
Kurdistanmedia: Rêûresimên Newrozê li gund û bajarên Kurdistanê bi awayekî berfireh birêve diçin, û rejîma Îranê jî êrîşî ser van rêûresimên Newrozê dike.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Înê rêkefta 9`ê Xakelêweyê, rêûresimeke mezin bi boneya cejna Newroz û sersala nû a Kurdevarî li ser çiyayî “Sêkaniyan”a girêdayî bajarê Mehabadê hate lidarxistin.
Di vê rêûresimê de, amadebûiyan bi li xwekirina kincên Kurdî û cemedanî bi ser û herwisa kincên taybet yên bi rengên gevir di vê rêûresimê de beşdarî kirin.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, amadebûiyan bi xwendina sirûda “Nîştiman” sala nû a Kurdevarî pîrozkirin.
Herwisa di vê rêûresimê de, amadebûiyan sirûda “Xodê tu welat avadan bike” jî xwendin.