
Herduk welatên Imarata hevgirtiye Erebî û Îsraîl bi naybençîtiya Serkomarê Amerîka, gelhev rêkevtin ku peywendiya di navbera wan de, bi temamî asayî be û di gelek waran de alîkariya hevdu bikin.
Roja Pêncşemiyê 13ê Tebaxa 2020 an, Binyamîn Netenyahû Serokwezîrê Îsraîl û Şêyx Mihemed ibnê zayîd welîehdê Ebûzebiyê û cêgirê fermandê payebilinde Imarata Erebî, li ser destê Donald tiramp bona asayî kirina peywendiyên xwe û alîkariyê lihevkirin, û di wê derheqê de daxuyaniyek belavkirin.
Tiramp ew rêkevtin bi qazancê aştiya Rojhilata navîn û destkevtekî mezin hesiband.
Di wê lihevkirnê de Îsraîl û Imarata hevgirtiye Erebî li destpêkê de li ser çend xalan pêkhatine ku alîkariya hevdu bikin weke: Firîna rastewxwe ye Balafirên herduk welatan bo hevdu, Alîkariya Emnî, Mixabiratî, Teknolojî, Vize, Tendirustî, Çandî, Jîngeh, û herwisa danana Balyozxanan di nava welatê hevdu de dabinên.
Netenyahû ew rêkevtin bi rojekî dîrokî hesiband.
Pompîo Wezîrê derwe yê Amerîka ew rêkevtin pêngavekî dirust zanî bo berbi aştiyê ve.
Birayan Hok jî got: rêkevtina di navbera Îsraîl û Imaratê de xevna şevê ji çawê deshilatdarên rejîma Îranê herimandiye.
Di derheq wê rêkevtinê tenê rejîma Îranê û girûpên girêdayî bi xwe agir girtine û neyarî û dijkiryara xwe dane xuyakirin.
Ew rêkevtin dikare bibe webûna deryê peywendî û alîkariya di navbera Îsraîl û welatên dinêye Erebî jî , daku bikarin destê rejîma Îranê li tedexulkirina di nava welatan de, kurt bikin.