Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Lindsey Graham”: “Zivirîn bo Bercamê biryarek kavilker bo Rojhilata Navîn e”

12:29 - 18 Kanûna pêşîn 2020

Senator “Lindsey Graham” tekezî kir ku tevlîbûn bi rêkkevtina “Bercam”ê dê kavilkertirîn biryar be ku dewleta “Joe Biden” li derheq Rojhilata Navîn de bide.

Roja Pêncşemî, 17ê Kanûna Pêşîn, Senatorê Komarîxwaz yê Senaya Amerîka li ser rûpela xwa ya “Twitter”ê nîvîsand: “Ez di hewlê de me zivirîna Amerîka bo rêkkevtina Bercamê, bi merca erêkirina Senaya Amerîkayê be”.

Şêwirmendê Ewlehiya Netewî yê Serkomarê nû yê Amerîkayê “Jake Sullivan” heftiya derbasbûyî ragihandibû: “Dewleta nû dixwaze bi zivirîn bo “Bercam”ê, Îranê bizivirîne nav rêkkevtinê û Tehranê neçar bike ji biryarên rêkkevtinê dernekeve”.

Di vê derheqê de, Serokê Giştî yê Ajansa Navnetevî a Vizeya Navikî, “Rafael Grossi” ragihand: “Zindîkirina rêkkevtina navikî ya “Bercam”ê di dewra hikûmeta “Joe Biden” de, hewceyê lihevhatineke nû bi awayê zivirîna Îranê bi xalên rêkkevtina bercamê bêne kirin, ji ber hindê ku wî welatî ew binpêkirine û ez nikarim hizir bikim ku ew bêjin em zivirîne li ser xala destpêkî, ji ber wê yekê ku ew xala destpêkî êdî nemaye, mijarên zêdetir hene û alavên Santrîfiyûjên zêdetir hatine bikarhatinê”.

Elî Xamineyî li roja Çarşemî, 16ê Kanûna Pêşîn ragihandibû: “Hekî bikarin dorpêçan rakin, nabe heta 1 demjimêr jî bi dereng bikeve” eva jî di halekê de ye ku bi awayekî îtiraf bi serketina dorpêçên li ser rejîma Îranê kiriye.