Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lubnanê şîn û taziya giştî ragihand

13:05 - 5 Tebax 2020

Hejmara qurbaniyê bi hegera teqîna li beyrût a Lubnanê, her diçe zêde dibe û Serokwezîr û Serkomarê wî welatî Tazî û şîna giştî ragihandin.

Gorî dawî amara ku atî ragihandin bi sedema teqîna roja derbasbûyî li Beyrût ê, heya dema amade kirina wî nûçeyî, pitir ji 100 kesî canê xwe ji dest dane û pitir ji 5 hezar kesên dinê jî birîndar bûne û tête çavnihêrî kirin ku hejmara miriyan zêdetir be.

Roja Sêşemiyê teqînekî gelek bihêz ku hevşêweya teqîna bomba Etomî bû, li Bendera Beyrût ê çêbû ku bi kîlometran derdora xwe vêran kir.

Mîşêl On Serkomarê Lubnanê şêvra bilinde berevaniyê vexwande bo civînê.

Serokwezîrê Lubnanê jî di demekê de ku ber çawê kamêrayan digiriya, ragihan ku teqîna Beyrûtê weke Bomba Navokî bû, serokwezîrê soz da xelkê lubnanê ku dê demekî zû de rastiya sedemên wê teqînê bo xelkê zelal bike û nahêle sebebkarên wê ji dest edaletê xelas bibin.

Serokwezîrê Lubnanê daxwaza alîkariyê bo hewarêde çuna Beyrûtê ji welatê dost kir û ew bûyera tirajîk da zanîn.

Serokwezîrê Lubnanê,  Teqîna 2750 Ton Nîtrat Amoniyom ê li bendera beyrûtê piştrast kir.

Herçiqas bi hegera wê teqînê hezaran kes hatne kuştin û birîndarkirin û bi hezaran metran derdora cihê teqînê vêran bû, lê ew nîgeraniya heye ku madeyên teînê gaz û bêhn û dûkela pişî xwe bicih hêlanî bibne gef bo ser tendirûstiya mirovan bo heyamekî dirêj, lewma li ber wê nîgeraniyê, wezîrê tendirustiya Lubnanê daxwaz ji xelkê Beyrûtê kir, ev kesên ku dikarin, bila ji wî bajarî derkevin.

Parêzgarê Beyrûtê jî got: teqîn hevşêweya Hêroşîmayê bû.