Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Luqman Ehmedî: Piştîwaniya opozîsiyona demokrat û netewên Îranê, dikare rêya sêyem bo Amrîkayê be

15:23 - 11 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Şandekî Kongireya Netewên Îrana Fîdiral tevî hejmarek navendên biryarder li Amrîkayê civiyan.
Li gor rapora Kurdistanmedia, şandekî Kongireya Netewên Îrana Fîdiral ku pêk hatibû ji Luqman Ehmedî endamê Komîteya Navendî a PDKÎ û Nasir Bûlîdeyî serokê Partiya Xelkê Belûçistanê, roja Duşemî 9’ê Hezîran a 2014’an, hejmarek hevdîtin li kongira Amrîka û Tînk Teneke banorên wî welatî pêk anî.

Di wê hevdîtinane de heyeta Kongireya Netewên Îrana Fîdiral ligel du Partiya Demokrat û Komarîxwaz yên Amrîkayê di “kongira wî welatî, komîsyona mafê mirov Tom Kantoz û herwiha navendên Karnêgî û NID” civiyan.

Luqman Ehmedî armanca wan serdanane bo bandor danîn li ser navendên biryardan û siyaseguzarî li Washington ê da zanîn û got: Di vê zirûfê de ku basa perwenda nevekî ya Îranê li gorê deye, hewceye dewleta Amrîkayê hayîdar be ku nabe pirsa gelên Îranê û mafê mirov di nav perawêzî de bêxe.

Ehmedî di wan hedîtinane de piştîwanî kirina opozîsyona demokrat û netewên Îranê weke rêya sêyem hesiband ku Amrîka dikare di vê zirûfê de helbijêre.

Nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di wan hevdîtinane de bas li ser ewê kir ku kilîta demokrasî di Îranê de pejrdina wê rastiyê ye ku Îran welatekî fire neteweyî ye û parvekirina destelat di nav wan netewane de dikare demokrasî bo Îranê û di heman demê de seqmgîrî û aştî bo devera Rojhelata navîn misoger bike.

Di wan hevdîtinane de Nasir Bûlîdeyî armanc û bernamên kongirê eşkere kir û serbarê bas kirin ji rewşa netewên Belûç di Îranê de got: Netewên Îranê ji mafên destpêkî yên xwe bêparin û heya dema ku destelat bi awayekî yeksan di nav hemû netewên Îranê de nehê parvekirin, ew sîsteme bi wî cirî her dimîne.