Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Madên hişber wek vîrûsa Koronayê di nav Îranê de berbilav dibe

12:14 - 27 Hezîran 2021

Peydabûn û erzanbûna madên hişber di Îranê de, ciwan tûşê bengîbûnê kiriye û rejîm jî di hin cihên Îranê de bi zanebûn belav dike.

Birêveberê Giştî yê Ofîsa Şêwirmendî û Tendirustiya Wezareta Zanistê, Mecîd Sefarîniya daye zanîn: “Peydabûn û erzanbûna madên hişber, sedemên rûkirina ciwanan bi madên hişber e û di niha de madên hişber ji pîtzayê zûtir digihe destê ciwanan”.

Rejîm bixwe û bi zanebûn ciwanan bengî dike ku dengê wan ê azadiyê bifetisîne.

Pêka amarên xwedê rejîmê zêdetir ji %90 Tiryak, %70 Morfîn û %20 Hiroîna cîhanê tenê di Îranê de tê peydakirin.

Eva jî di halekê de ye ku Spaha Pasdaran yek ji wan Saziyên terorîstî ye ku bi awayê sîstematîk madên hişber bo derveyê welat dişîne, an jî li hundirê welat di nav ciwan û azadîxwzan de belav dike.