Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Madeyên sirker ji aliyê Spaha Pasdrana terorîst ve tên belav kirin

18:00 - 18 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Saziya Spaha Pasdarana terorîst, hemû coreyên madeyên sirker li Kurdistan û Îranê belav dike.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê,  li ser sînorê bajarê Bane piştî nasandina çend mohreyên ku madeyên sirker belav dikirin, ji aliyê Spaha Pasdarana terorîst ve piştevanî jê dihatinkirin, û hêzên îtila`ata rejîmê jî bo xapandina bîr û ramana giştî, êrîşî ser van çend mohreyên xwe kirine û ev desteser kirine.

Li gorî vê raporê, 4 heza hebên coda yên madeyên sirker dest biser de giritine ku, îtila`ata rejîma Îranê, bo xapandina xelkê ev mohreyên xwe desteserkirine.

Deste û girûpên girêdaiy saziya Spaha Pasdarana terorîsta rejîma Îranê, bi alîkariya binke û navendên girêdaiy vê saziyê, li bajarên Kurdistana Rojhilat, bazirganiya madeyên sirker dikin.

Rejîma Îranê bo çêkirina şaştiyê di bîr û ramana xelkê de, bi navê şerê li dijî madeyên sirker heyam bi heyam girûpên  xwe desteserdike û piştre va nazad dike.

Welatê Îranê, mezintirîn cihê barizganîkirina madeyên sirker e di cîhanê de, û herwisa yek ji mezintirîn welatê bikar anîna madeyên sirker li cîhanê tê hesab kirin.