Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mafiyaya rejîma Îran ê di pişt serê piraniya zarokên xazok de dest heye

23:43 - 5 Tebax 2020

Mafiyayên rejîma Îran ê, bi mifahwergirtin ji zarokên kar û kêm dahat, torên xazokiyê di bajarê Tehran û çend bajarên din yên Îranê de, pêkanîne.

Torên xazokiyê anku parsekçîtiyê yên mafiyayên rejîmê, bi mifahwergirtin ji, belengaziya xelkê, zarokên kar, salane, dahatekî yekcar zêde bi dest xweve tînin.

Mafiyayên parsekiyê ku çend karbidestên payebilind yên rejîma Îran ê ne, bi parvekirina çend dever û taxên dewlemendan yên bajarê Tehran ê di navbera xwede, torekî berfireh ya xazokiyê pêkanîne û rê nadin ku ti kesekî din, di wan deveran de xazokiyê bike.

Dahata nêwincî ya heçî zarokekî xazok, 400 hezar heya milyonek tumen di rojê deye, lê qasa pereyê ku mafiya didine wan zarokên xazok 30 heya 50 hezar tumen e û ya dimîne diçe berîka mafiyayê û bi wî awayî, berpirsên rejîmê her mehê 100an milyard tumenan bi dest xweve tînin.

Wê derheqê de, berpirsê “Bêhzîstî”  yê parêzgeha Tehran ê, piştrast kiriye ku di pişt serê wan parsekan de, mafiyayên rejîmê hene û ragihandiye: “Em wekî Îdara Bêhzîstî, di şiyana mede nîne ku wî karê mafiyayan kontrol bikin”.