
Berpirsên rejîma Îranê, bixwe gotine ku, hegera sereke ya belavbûna Vîrûsa Korona yê, di Îranê de, şirketa firokevaniya “Mahan Air” e.
Rewşa belavbûna vîrûsa Korona di Îranê de, bi awayekî ye ku, berpirsên rejîma Îranê bixwe, êdî nikarîn înkara kiryara dije mirovîya xwe, di hemberî xelkê Îranê de bikin.
Berdevkê Komîsiyona “Esl a 90” a Meclisa rejîma Îranê,“Behram Parsayî”, ragihandiye ku: “Saziya Firokevaniyê ku rêgirî ji geştên esmanî yên Îranê bo welatê Çîn ê nekiriye û herwisa şirketa firokevania “Mahan Air”, sûçdarê yekime, di belavbûna vîrûsa Korona yê, di welatê Îranê dene”.
Herwisa navbirî gotiye ku, welatê me wekî piraniya welatên din, paqij bû û hekî em bixwazin sûçdarên serke yên anîn û belavkirina vîrûsa Korona yê destnîşan bikin, tawanbarên serekî, ew kesin ku bûne sedema anîna vîrûsa Korona bo Îranê ku nirxên pir giran yên canî, mal, û hundiriyê, bo welat, bi dû xweve anîn.
Herwis “Parsayî” got: “hekî derwazeyên hatina jor, bi başî bihatibana kontrol kirinê û geştên esmanî bo welatê Çîn ê, bihatibana rawestandinê, îro, ew xisare nedigeheşte me”.
Geştên esmanî bo welatê Çîn ê di demekê de berdewambûn ku, hemû welatên cîhanê, geştên xwe yên esmanî yên bo welatî Çîn ê, sekinandibûn.
“Mahan Air”, bo hêcet anîna wan geştên xwe, baskiriye ku, bo anîna emrazên hewce yên pizîşkiyê, diçe welatê Çîn ê, lê her di wê rewşê de, rêwî ji Îranê bo welatê Çîn ê wedigusatin û herwisa rewiyên welatên din jî wediguhastin.
Ew gotina “Mahan Air”, derheqê anîna emrazên pizîşkiyê, di demekê deye ku pizîşk û peresdarên Îranê, heya niha jî, ew emrazên hewce bo berewanî ji tûşbûn bi wê nexweşiya berbelavbûyî, tinînin.