Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Maîk Pompîo dê şikayeta ji rejîma Îranê bibe Şêva Ewlehiya “UN”

14:03 - 19 Tebax 2020

Wezîrê derwe yê Amerîka ragihand ku di pinpêkariya rejîma Îranê li derheq çek û cebirxane û pirsa Navokî, bigehîne Şêvra Tenahiya Netewên Yekbûyî û dê çeqandina Maşê bi dijî Îranê bikar bîne.

Maîk Pompîo wezîrê karûbarê derwe yê Amerîka şikayetnameyek li derheq binpêkariyên rejîma Îranê amade kiriye dê bide Şêvra Tenahiyê a Netewên Yekbûyî.

Hevdem Pompîo li wê derheqê de di gel Hayko Mas wezîrê derwe yê Alman jî di peywendiyekî telefunî de axiviye.

Pompîo di wê şikayetnamê de tekezî li ser wê hindê kiriye ku hewceye Amerîka û Ewrûpa rejîma Îranê neçar bikin ku pêbendê biryara Şêvra Tenahiyê be û sozên ku danî li derheq cebirxane û çek û çolan ve binpê neke..

Amerîka di heyamê derbasbûyî de gelek cehd kir ku Şêvra Tenahiyê dorpêçan bêxe ser cebirxana rejîma îranê, lê ew yek cîbicî nebû.

Donald Tiramp Serkomarê amerîka dorpêç neyêxistina li ser cebirxana Îranê, bê îradeyî û bê helwêstiya wê şêvrê dabû zanîn, û gefa bikar anîna çeqandina Maşê ji aliyê Amerîka ve bi dijî Îranê kiribû.