Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Maîk Pompîo: Hivîdarim ku xelkê Îranê hikumeteke bi dilê xwe bînine ser kar

12:43 - 8 Nîsan 2020

Maîk Pompîo Wezîrê derwe yê Amarîka ragihand, Amerîka dorpêçan li ser rejîma Îranê narake û dê cehdê bike ku givaşên zêdetir jî bêxe ser vê rejîmê.

Pompîo got: Ez hivîdarim ku rojek bêt ku xelkê Îranê bibne xwediyê Hikûmetekê ku hurmetê ji daxwaziyên rastîne wan bigre.

Wezîrê derwe yê Amerîka tekesî li ser mana berdewamiya dorpêçan li ser Îranê kir û got: Dorpêç dê her berdewam bin daku Tehran riftara xwe bigohore, û xelkê Îranê jî divê baş ji wê meselê têbigîjin û dibe li pêxema gohorîna wê rejîmê de pêngavan bihavêjin, û ez hivîdarim ku xelkê Îranê bikarin bibne xwediyê rejîmekê ku hurmetê bo xwastikên wan dabinê.

Pompîo got: li demekê de ku pirsa Korona yê seranserî Îranê girtiye û xelk mihtac û perîşane, rejîma Îslamiya Îranê, heyî ya welat xercî armancên xwe yên terorîstî diket, û li demeke hankî cihê xembariyê de jî, rejîma Îranê desta ji kiryarê xwe yên terorîstî û alozkirina dewerê û piştîwanî ji taqmên terorîstî nakêşîne.