Sibêdeha Yekşemî mala Serokwezîrê Îraqê “Mistefa El-Kazimê” bo bi armanca balafirên bombrêjkirî û çend kes ji parêzvanên wî birîndar bûn.
Sibêdeha roja Yekşemî 7`ê Çirriya Paşîn 2021`an, mala Serokwezîrê Îraqê “Mistefa El-Kazimî” li devera “Kesik” a ser bi bajarê “Bexda”yê bû bi armanca balafirên bombrêjkirî. Tê zanîn ku çend xulek berî wê êrîşê, Mistefa El-kazimî hatibû agehdarkirin ku biryar e mala wî rastî êrîşan bê û wir bi cih bêhle, lewma ti zirazrek canî bi Mistefa El-kazimî nekevtiye, lê çend kes ji parêzvanên wî birîndar bûne û bo yek ji nexwşxaneyan hatine veguhastin, piştî wê êrîşê li bajarê “Bexda”yê rewşa awarte hatiye ragihandin.
Piştre “Mistefa El-kazimî” bi belavkirina girte vîdiyoyekê li ser rûpela xwe ya “Twitt”ê, bas ji başbûna rewşa tendirustiya xwe kiriye û daxwaz ji xelkê Îraqê kiriye ku bi aramî û diyalogê rewşê aram bikin.
Di vê derheqê de Fermandehiya Opozîsyonên Hevbeş ya Îraqê ragihandiye: “Em mijûlê peydakirina bikerên wê kiryara terorîstî ne û herwisa mijûlê peydakirina wan kesan in ku dixwazin ewlehiya Îraqê aloz bikin”.
Wezareta Derve ya Amerîkayê êrîşa ser mala Serokwezîrê Îraqê Mistefa El-kazimî şermezar dike û wek kiryareke terorîstî bo ser dilê dewleta Îraqê binav dike.
Di daxuyaniya Berdevkê Wezareta Derve ya Îraqê “Ned Price” de hatiye: “Em çavdêriya nûçeya êrîşa balafirên bêbalafirvan a ser mala Serokwezîr Kazimî dikin û dema me dît zerar negihiştiye wî me hest bi aramiyê kir.”
“Mesûd Barzanî” Serokê Berê yê Herêm Kurdistanê jî di daxuyaniyekê de êrîşa li ser mala Mistefa Kazimî bi tundî şermezar kir û hêviya başbûnê ji bo birîndarên wê êrişa terorîstî xwast.
“Mesûd Barzanî” di peyama xwe de daye zanîn:“Divê rêz li serwerî û armiya Îraqê bê girtin û bi hewla hemû aliyan rê li ber dûbarebûna kiryarên terorîstî yên bi vî rengî bêne girtin.”
Piştî hewla kuştina Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî, fermandarê hêzên ewlekariyê rewşa awarte li Bexdayê ragihand.
Fermandariya Hêzên Ewlekariyê di daxuyaniyekê de diyar kiriye ku rewşa awarte li Bexda hate ragihandin û bo her eger û bûyereke nexwastî di amadebaşiyê de ne.
Rewşa bajarê Bexdayê di roja Înê 14ê Xezelwera 1400`an a Rojî de aloz bû, û di devera kesik a bajarê “Bexdayê” de terorîstên ser bi rejîma Îranê bi sedema şikestxwarina girûpên “Şîe" di hilbijartinên Îraqê de, tundûtîjî û alozî afirandin.
Çend roj berî niha jî, Serokê Grûpa Esaîbî Ehlî Heq “Qeys Xezelî” beriya êrîşa li ser mala Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî bi gotina wî gefa “xwîna şehîdan" li Kazimî xwaribû.
Hêj nediyar e ku ew kiryara terorîstî ji aliyê çi girûp an jî bi piştevaniya çi welatek cîran hatiye kirin. Lê ji par ve heta niha girûpên terorîst ên ser bi rejîma Îranê êrîşên bi vî awayî li ser Îraq û Herêma Kurdistanê kişandine stuyê xwe. Ew balafirên bimrêjkirî jî, ji aliyê rejîma Îranê ve bi wan girûpan re têne dan.