Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Malabata Asiye Penahî nerazîtiya xwe bo careke din nîşan dan

12:36 - 9 Kanûna Paşîn 2021

Malbata “Asiye Penahî”, li hemberî Parêzgariya Kirmaşanê xwe herî kirin û kombûna nerozayetiyê lidar xistin û daxwaza pêregihîştin bi dosyeya qurbaniya xwe kirin.

Roja Pêncşemî, 7ê Kanûna Paşîn, piştî serdana Serokê Dezgeha binav Dad a rejîma Îranê, “Îbrahîm Reîsî” bo Kirmaşanê, Malbata “Asiye Penahî”li hmberî parêzgariya Kirmaşanê kombûna nerîzayetiyê li dar xistin û daxwaza pêregihîştina bi rewşa xwe kirin û rû bi “Îbrahîm Reîsî”ragihandin: “Piştî hiloşandina xaniyê Asiyê û mirina wê, soz dabûne wan ku xaniyekê ji xaniyên “Mesken a Mêhr” bidne wan, lê heya niha soza xwe bi cîh neanîne.

Piştî 8 heyvan ji kuştina “Asiyê”, hêj neviya “Asiyê” û keça wê bê serpenah in û berpirsên rejîmê bi çewtekariyan û dana sozên derevîn ew malbat aware û der bi der kirine.

Malbata “Asiyê” bi herîkirina xwe di hemberî Serokê Dezgeha binav Dad a rejîma Îranê de daxwaz kirin ku rewşa wan ya perîşan bê berçavgirtin.

Saziya Dadweriya Pizîşkî, mirina Asiye bi sedema celta dil dabû zanîn û Cihgirê birêveberiya bajravaniya Kirmaşanê li cinayeta Kuştina Asiyê de bi %10an tawanbar hate naskirin û kesê bikuj bi 18 mehan heps û dana %10 a diyê hate cazadan”.