
Çend roj berî niha ku Prof. “Nadir Nadirov” koça dawiyê kiribû, Lêpirsiyarê Giştî yê PDKÎ “Mistefa Hicrî” bi şandina nameyeke hevxemiyê bo malbata navbirî hevxemiya Hizbê nîşan dabû û di vê derheqê de malbata Prof. “Nadir Nadirov” spasnameyek bo Lêpirsiyarê Giştî ê Hizbê şand.
Deqa spasnameyê wiha ye:
Lêpirsiyarê Giştî yê PDKÎ yê rêzdar Mistefa Hicirî
Em li ser navê kesûkar û malbata akademîsyen û Profesor Nadir Nadirov naskirî bi “Nadirê Keremê Hecî Nadir” spasî û pêzanîna xwe li cenabê we û tevahiya hezkirî, endam û rêberiya Hizba we dikin ku di wefat û koça dawiya bavê me yê Kurdperwer û dilovan de, hevpar û xemxarê şîn û sersaxiya me bûn.
Bavê me Nadir Nadirov endamek ji malbata sirgûniyên piştî serhildana Şêx Seîd bo Soviyeta Berê bû. Ew herdem xwediyê wan hêvî, daxwaz û mirazên li ser azadî, serefrazî û bexteweriya gel û welatê me bû ku niha jî bi serbilindî tên domandin.
Lêpirsiyarê birêz, em bi wê nameyê careke din spasî û pêzanînan li hemû hezkirî, endam û rêberiya we yên hêja dikin û di xebata we ya giranbiha de serkevtin û serefraziyê ji we re dixwazin.
Li ser navê malbata “Nadir Nadirov”
Barî Nadirov û Narîn Nadirova