
Malbta şehîd “Simkoyê Şikak” bi hilkefta 26ê Sermawezê roja Pêşmergê Kurdistanê peyamek belav kirin.
Deqa peyamê wiha ye:
Peyama malbata şehîd “Simkoyê Şikak” bi hilkefta 26ê Sermawezê
26ê Sermawezê rojek herî girîng di dîroka gelê Kurd de ye û di wê roja pîroz de binyata hêza parastin ji netewa Kurd û Kurdistanê hate danîn û Hêza Pêşmergê Kurdistanê hate avakirin.
Em wekî malbata şehîd “Simko” wê roja pîroz, pîrozê hemû pêşmergê Kurdistanê, malbatên şehîdan, girtiyên xwragir ên siyasî û her Kurd xwedî şeref dikin.
Em wek malbata Simko şanazî bi hebûna we egîd û lehengên gelê xwe dikin û em heta dawiya jiyana xwe piştevanî ji Hêza Pêşmergê Kurdistanê û berxwedana rewa ya gelê Kurd dikin û soz didin heta dawiyê wefadarê rêbaza şehîdan bin û bo gihîştin bi armancên pîroz ên gelê Kurd xebat û berxwedana xwe bidomînin.
Bijî Kurd
Avedan be Kurdistan
Bijî pêşmergên qehreman ên Kurdistanê
Malbata şehîd Simko
25ê Sermaweza sala 1400 a Rojî