
Kurdistanmedia: Malbatên hinek ji hevwelatiyên welatên biyanî, ku di Îranê de hatine destbiserkirin, hawara xwe digehînin civaka cîhanî.
Li gora nûçegihaniyan, malbatên girtiyên ku ji aliyê Spaha Pasdaran ve wekî rehîn hatine girtin, dibêjin ku cîhan nabe xwe bêdeng bike, û îzin bide Îranê, ku berdewam be li ser girtin û îşkencekirina xelkê, li ser bingeha tohmetên bêbingeh, derheq casûsiyê.
Daxwaza van malbatan hevdem e digel weşandina raporeke lêkolînî ji aliyê girûpa “TrustLaw” e. Ew girûp beşek ji navenda “Tamson Routers” e, derheq binpêkirina yasyaên navneteweyî, bona parastina kesên ku di dewrana aştiyê de, li dervey welatên xwe bi rehîn hatine girtin, ku ew rewşa bo hevwelatiyên dunasnameyî îzatir e.
Baqir û Siyamek Nemazî bav û kurê Amerîkayî ên di koka xwe de Îranî, Nizar Zaka hevwelatiyê Lubnanî ê akinciyê Amerîkayê, Jiyo Wang ê Amerîkayî ê di koka xwe de Çînî, û herweha Rabirt Liwînson ku ji meha Adar a 20017`an ve di girava Kîş de bêserûşûn bû, ji wan kesan in ku “Washington” wan wekî rehînên girtî di Îranê de dihesibîne.
Nazenîn Zaxirî hevwelatiya Îranî-Birîtanî jî, ji karsazên navenda Xeyriye ya “Tamson Routers” e, ku di meha Xakelêweya 1395`an di dema derketina ji Îranê digel keça xwe ya biçûk di balafirgeha Tehranê de hatin destbiserkirin, û piştre bi tohmeta sîxoriyê bi pênc salan hepsê mehkûm bû.
Koşka Spî di daxuyaniyekê de, bas ji vê kiriye ku wan “Rabirt. C. Ubrayn” wekî nûnerê taybet ê Trump di warê karûbarên pêwendîdar bi hevwelatiyên Amerîkayî di dervey welat wekî rehîn girtine.
Navbirî ji sala 2007-2011`an wekî cihgirê serokê beşekê di Wezareta Derve ya Amerêkayê de xizmet kir, ku berpirsyariya hevkariya digel berpirsyarên Efxanistanê bona karên reformên qezayî di vî welatî de li stû bû.
Serbarê wan Amerîkayiyên ku bi niyetên curbicur wekî rehîn têne girtin, “Washington” radigehîne ku hinek ji hikûmetan bi destbiserkirina hevwelatiyên Amerîkayî, bi hêcetên curbicur ji wan wekî kart û lahêza zext û givaşê mifahê werdigrin, û wan rehîn (girûgan) bi nav dikin.