Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Malbatên Îranê êdî şiyana derbasbûn ji krîzan tinînin

19:33 - 25 Nîsan 2020

Encumena “Mededkaran” a rejîma Îranê daye zanîn ku malbatên Îranê ti hêzek wisa ji wan nemaye ku êdî bikarin xwe ji kzîzan derbas bikin.

Roja Şemî, 25`ê Nîsanê Serokê Encumena “Mededkaran” a rejîma Îranê, “Hesen Mûsewî Çelek”, di hevpeyvînek digel nûçegihaniya “ILNA” a ser bi rejîmê de gotiye, ku neşiyanî di “kontrolkirina kerb” û tinebûna “diyalog”, li heyma belavbûna vîrûsa Koronayê di nav malbatên Îranê de, dibe sedema alozî di navbera hevjînan û zarokan de û malbatên Îranê di wê rewşa krîzê de êdî nikarin xwe jê derbas bikin.

Wî karbidetê rejîmê bas kiriye ku, malbatên ku di rojê de heya 2 demjimêran digel hev nedibûn niha bi neçarî 24 demjimêran di rojê de digel hevin.

“Hesen Mûsewî Çelek”, gotiye ku malbatên Îranê nizanin digel hev de bijîn û ji hebûna hev xweşiyê bibînin, herwisa wî karbidetê rejîmê li ser hegera wê aloziyê got: “Em fêr nebûne digel endamên malbatê bi serastî biaxivin û bi awayekî din me zanista şiyana diyalog û kontrolkirina kerba xwe tinîne”.

Malbatên Îranê di nav wan krîzên aborî, siyasî û birêveberiyê de, rastî jihevqetiyan, nerazîtî û hin caran îxanetê hatine.