Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Malbatên Îranê pêka par %46.4an zêdetir pere bo kirîna hemen hewcehiyan didin

12:57 - 22 Çirriya paşîn 2020

Pêka rapora “Navenda Amar a Îranê”, nirxa enfilasyon ya xal bi xal, pêka sala derbasbûyî li meha Rezberê %5 zêde bûye û gihîştiye bi %46.4an.

Pêka wê raporê, malbatên Îranê li meha Xezelwera îsal bi awayê nêvincî hewcehiyên xwe pêka par bi %46.4 zêdetir pere bo hemen hewcehiyan dane.

Herwisa pêka wê amarê, enfilasyona mehane bo “xwarinan, vexwarinan û tenbakû û cigareyan” %13 û herwisa bo “tiştên din û xizmetguzariyan %1.6” bûye.

Navenda Amar a Îranê di meha Rezberê enfilasyon bi %41.4 ragihandibû.

Enfilasyon, peydanebûna hewcehiyan û herwisa gendeliya berpirsên rejîma Îranê di rewşa niha ya belavbûna vîrûsa Koronayê de jiyana xelkê Îranê herî tal û dijwartir kiriye.

Rejîma Îranê heta niha nekariye nirxa alav, emraz û hewcehiyan kontrol bike, danîna nirx li Îranê ji aliyê tacir û delalên bazaran ve têne danîn û rejîma Îranê bi sedema gendelî û şirîkatî di wan bazaran de nikare kontrola bazarê bike, lewma enfilasyon di Îranê de dem bi dem zêdetir dibe û aboriya îflaskirî ya Îranê bi wan berpirsên gendel yên Îranê re nikare wê enfilasyonê kontrol bike.