Pêka nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, di çend rojên derbasbûyî de, malbatên “Pêşmergên Kurdistanê” bo îdareya îtila`atê hatine banghêjkirinê û gef ji wan xwarine.
Pêka zaniyariyan, malbatên pêşmergên 3 gundên “Tengîser, Mêraw û Niyer”ê hatine banghêjkirin û 4 demjimêran lêpirsîn ji wan kirine.
Îdareya Îtila`ata rejîma Îranê, daxwaz ji malbatên pêşmergeyan kirine ku dibe kur û keçên xwe ji pêşmergatiyê bizivirînin û dest ji pêşmergatiyê berdin.
Di wan çend rojên derbasbûyî de jî, rejîma Îslamî ya Îranê dest bi girtin û banghêjkirina welatiyên Kurd li Kurdistanê kiriye.