Di piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de malnişînkiriyên îdareya “Muxabirata” rejîma Îranê kombûnên narizayetiyê lidar xistine.
Roja Sêşemî 16ê Xakelêwe malnişînkiriyên îdareya “Muxabirat”a rejîma Îranê li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê yên wekî “Kirmaşan, Tehran, Simnan, Sîrcan, Esfehan, Gîlan, Erdebîl, Zencan, û parêzgehên Xûzistan, Yezd û Çarmehal û Bextiyarî”yê bi awayekê berfireh û bi dana siloganan, li hember bînayên îdareya “Muxabirat”ê li wan bajaran kombûn û nerizayetiya xwe nîşandan.
Malnişînkiriyên nerazî daxwaza cîbicîkirina biryara hiqûqî ya sala 1398an bi awayekê serast û bê cudatîdanîne kirine û herwisa daxwaza dabînkirina hewcehiyên xweşbijêwîyê kirine.
Eva yekem car nîne ku malnişînkiriyên îdareya “Muxabirat”ê kombûnên nerizayetiyê lidar dixin, di çend salên derbasbûyî de jî daxwaza çareserkirina pirsgirêkên xwe kiribûn lê heta niha ti pêngavek bo çareserkirina pirsgirêkên wan nehatine hilgirtin û daxwaziyên wan ji aliyê navendên pêwendîdar yên rejîma Îranê ve hatine piştguh avêtin.
Rejîma Îranê şiyana dabînkirina hewcehiyên malnişînkiriyan tinîne û her carê bi sozên çewt hewla razîkirina malnişîkiriyan dane lê êdî sextekarî û çewtekariyên berpirsên rejîmê bo xelkê rohn bûne.