Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Malpera Aksiyos: “Danûstandinên Viyenê renge bê encam bimînin”

13:52 - 6 Gulan 2021

Malpera Amerîkayî ya bi navê Aksiyos belavkiriye ku, danûstandinên “Viyen”ê bi sedema pirsgirêka micid a dinavbera Îran û Amerîka yê de, renge bê encam bi dawî bê.

Berê jî hin ragihandinên nêzî rejîma Îranê belav kiribûn ku, pirsgirêkên di navbera Amerîka û Îranê de kêm nînin û Amerêka piraniya daxwazên Îranê red kirine.

Rejîma Îranê dibêje, hemû pêbendiyên xwe bi “Bercam”ê piştî hilveşandian yekcarî ya hemû dorpêçan û alxayînbûn ji Amerîka, dê cî bi cî bike.

Pirsgirêka di navbera Amerîka û Îranê li derheq dorpêçên aborî yên li ser Îranê ku, rejîma Îranê daxwaza hilveşandina wan dike, Amerîka ew daxwaza Îranê nepejirandiye.

Amerîka digel wê daxwaza rejîma Îranê dijatî heye û dibêje: bi wê şêwazê Îranê gelek derfet hene ku, bikare çalakiyên xwe yên navkî pêş bêxe.

Cehda welatên Rojavayî bona bidestveanîna lihevhatinê li halekê de ye ku hêj xeta sor a diyarîkirî ji aliyê rejîma Îranê bo girûpa danûstanker û daxwazên cîhanê ji rejîma Îranê, mewdayeke gelek dûr heye.