Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Malpera “Orşelîm: Rejîma Îranê PDKÎ wek gefeke micid li ser xwe dizane

10:55 - 4 Çirriya pêşîn 2021

Malpera “Orşelîm” a ser bi Îsraîlê çend roj berî niha belav kiribû, “rejîma Îranê hertimî haşa ji dijberên xwe û nemaze PDKÎ kiriye ku nîşan bide, ew Hizbane di nav xelkê Kurd de cih û pêgeh nînin, û nikarin bibine gefek micid li ser rejîmê, lê vê carê neçar bi îtirafa wan bûne.

Malpera “Orşelîm” bas ji êrîşên rejîma Îranê li ser binkeyên Hizbên Kurdî kiriye û daye zanîn: “Di mehên derbasbûyî de binkên Hizbên Kurdî yên dijberê rejîma Îranê rastî êrîşan hatine. Ew hertimî armanca rejîma Îranê bûne”.

Berpirsê Pêwendiyên Kurdistanê ên PDKÎ, “Mihemedsalih Qadirî” jî di hevpeyvîna digel wê malperê de daye zanîn: “Berê rejîmê ji topxane û mûşek li dijî dijberên xwe bikar dianî, lê niha bi çekên pêşkevtî ên wekî balafirên bê balafirvan û ji wan balafirên bombrêjkirî mifahê werdigre û di êrîşên wê dawiyê bo ser binkeyên me, çend heb ji wan balafirên bombrêjkirî ji aliyê Hêza Pêşmergê Kurdistanê ve hatine xistin û em rastî ti ziyanên canî nehatin û eva jî şikestek dinê bo rejîmê bû”.

Malpera Orşelîmê daye zanîn: “Îran hewil dide heta ku dewleta Îraqê û Herêma Kurdistanê bixe bin gefên xwe da ku pêşiya dijberên rejîmê bigrin. Malpera “Orşelîm” nivîsiye, ew aliyên ku di nav axa Îraq û Herêm kurdistanê de ne yasayan binpê nakin û hewil nedane jî, ji axa Îraqê bo êrîşkirin li ser Îranê mifahê wergirin.

“Orşelîm”ê basa kiryarên terorîstî ên rejîma Îranê di nav hundirê Herêma Kurdistanê de kiriye û ji zarê “Mihemedsalih Qadirî” ve daye zanîn: “Rejîma Îranê di du dehikên derbasbûyî de zêdetir ji 400 çalakvanên siyasiyên Kurd di nav axa Herêma Kurdistanê de teror kiriye û tevahiya serweriya Îraqê binpê kiriye”.