
Di 91emîn salvegera jidayîkbûna şehîd “Dr. Qasimlo”yê tim zindî de, malpera “Qasimlo” dest bi karê xwe kiriye û bi rêveberên wê malperê di wê derheqê de agehdariyek belav kirin.
Deqa wê agehdariyê wiha ye:
Yek ji bi bandortirîn kesayetiyên Kurdistanê, şehîd “Dr. Qasimlo” ku wek kesayetiyek kêmmînak yê akademîk û şoreşger, bo rizgarî û azadiya Kurdistanê di teorî û praltîkê de bûye rêbazek bê mînak. Kesayetiyek ku heta li derveyê welat, bi 100an dost li girîngtirîn welatan bo Kurd kom kirine ku tevahiya wan serkirde û kesayetiyên mezin in.
“Dr. Qasimlo” ku roj bi roj bandor û karlêkeriyên wî li ser Kurdistanê derdikevin û rewşa Kurdistanê jî hewce dike ku bo pêşkevtina doza Kurd li navxwe û derveyê welat zêdetir ji caran, li Kurdistanê û li derveyê welat girîngiyê bi hizra “Dr. Qasimlo” bidin.
Lewma bi dilekê geş radigehînin ku wekî hewcehiyek dîrokî di 91emîn salvegera jidayîkbûna şehîd “Dr. Qasimlo”, ew malper hatiye danîn û dest bi karê xwe kiriye. Ew malpera bo hemû core babetên pêwendîdar bi Qasimloyê rêber û navendek bo tev berhemên şehîd “Dr. Qasimlo” ên wek “pertûk, wêne, deng û fîlman e.
Herwiha bi rêya wê agehdariyê û bo dewlemendtirkirina wê malperê, daxwaza hevkarî ji tev dilsoz û rêrevên Pêxemberê aşitiyê dikin û daxawz dikin ku her kesek, her babet, gotar û arşîvek di wê derheqê de heye, bo me bişîne.
www.ghassemlou.com