Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Malyata çûn bo Herêma Kurdistanê li Sînorên Îranê %67 zêde kiriye

16:40 - 15 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: malyatên çûna dereve li sînorê Îranê û Herêma Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê ve %67 zêde kiriye û bo her hemwelatiyek ji 15 hezar bo 25 hezar Tûmen zêde kiriye.

Li gor rapora Kurdistanmedia, navendên rejîma Îslamî ya Îranê teybet bi malyat û wergirtina ewariz li sînorên navbera Îranê û Herêma Kurdistanê, nirxa malyatan bo çûna jora her hevwelatiyek bo Herêma Kurdistanê geyandiye 25000 Tûmen.

Di vê pêwendiyê de pêwera rêjeya wergirtina malyat ji wan tirombêlane ku dixwazin biçine Herêma Kurdistanê, guheriye û bi bê berçav girtina tu standariyeke navdewletî bi her lîter benzîna tirombêlan 24000 Tûmen diravê nexdî werdigrin.

Li gor vê raporê, bi hatina sala nû û xirabtirîn rewşa abûrî ya Îranê, hemû ew nirxane bi awayeke berçav zêde kiriye û hemû rojek nûçe û rapor di malper û bi xasmanî nûçegihanên hundirî Îranê de li varê giraniya kelupelan tê bilav kirin.