Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mamosta berdewam in li ser meşên nerazîbûnê

11:38 - 3 Kanûna pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Mamosta berdewam in li ser meşên xwe yên nerazîbûnê, û rayedar jî guh nadin van nerazîbûnan.

Li gora nûçegihaniyan, hejmarek ji mamostayên xanenişîn li Tehranê li pêşberî avahiya serkomariyê kom bûn.

Di dema vê kombûna li pêşberî avahiya navenda serkomariyê tirombêlekê li mamostayekê da.

Li gora rapora kanala sinfî ya mamostayan, roja Yekşemiyê 11`ê Sermawezê girûpek ji mamostayên xanenişîn ji herêmên curbicur ên Îranê li pêşberî avahiya serkomariyê civiyan û li wir dest bi dana diruşman kirin.

Di dema vê kombûna li pêşberî avahiya navenda serkomariyê tirombêlekê li mamostayekê da, û piştre bilez ew mamostaya jin birin nexweşxaneyê. Navê wê mamostayê Bêhzadpûr hatiye ragehandin.

Di vê meş û kombûna nerazîbûnê de mamosta diruşmên weha diqîriyan:

“Tewerom, giranî, bersiv bide axayê Ruhanî. Mamosta hişyar in, ji ferq û cudatiyê bêzar in. Heqê me yê kêm, nake têra av û berqê”.

Mamostayên xanenişîn hefteya borî jî li pêşberî Wezareta Te`awon, kar û rehetiya civakî kom bibûn.