
Mamosteyên nerazî li bajarên Kurdistan û Îranê di berdewamiya xwenîşandan û girevgirtinê de, îro rêkevta 30`ê Rêbendanê, rijiyane ser şeqaman û dengê xwe yê nerizayetiyê bilind kirin.
Kombûna mamosteyan piştî banghêjiya Şêwreya Hevahengiya Pîşeyî ya Manosteyan li dehan bajarên Îran û Kurdistanê bi rê ve çû.
Pêka vê banghêjiyê, biriyar e mamoste roja Sêşemî rêkevta 3`ê Reşeme kombûna nerizayetiyê lidar bixin.
Mamosteyên nerazî bo vergirtina daxwazkariyên xwe di halekê de nerizayetiyê bi rê ve dibin ku ji aliyê Îtilaa`at û Îdareya Perwerde û Barhênanê ve rastî givaşxistinê û huşdariyê hatine.
Mamosteyan bi şêweyê giştî li ser birêveneçûna gellaleya pilebendî û piştuhxistina yasya hevşêwe ya mûçeya mamosteyên malnişînkirî û herwisa azadiya mamosteyên bendkirî, nerizayetî hene û di heyama çend mehên derbasbûyî de dehan car man girtine û rijiyane ser şeqaman.