Li gundê “Çawilkan Hacî” ê girêdayê devera “Kelaterzan” a Bajarê “Sinê”, mamostayê wî gundî bi zorê dersxwanên polên 1ê heta 6ê kirine besîc.
Rûniştiyên wî gundî bi malpera “Kurdistanmedia”yê re ragihandine: “Mamostayê wî gundî yê bi navê “X.A” digel hevjîna xwe, bi zorê dersxwanên polên 1ê heta 6ê kirine besîc”.
Herwisa malbatên wan zarokan ragihandine: “Zarokên me tirsandine û bi gef û zorê ew kirine besîc”.
Siyaaseta bibesîckirina dersxwanan vedigere bo heyamê şerê Îran- Îraqê ku di wî şerî de bi hezaran dersxwan hatibûne kuştin.