
Mamosta, nivîser, lêkolerê helbest û wêjeyê û kesayetiya azadixwazê xelkê “Xurem Abad”ê “Sohrab Azadî” li parêzgeha Luristanê bi sedema nexweşiya dil, di temenê 66 saliyê de koça dawiyê kir.
“Sohrab Azadî” li sala 1335an a Rojî, li gundê “Zirêwar” ê girêdayê bi bajaroka “Meimûlan” a bajarê “Pulduxyer”ê ji dayîk bibû.
“Sohrab Azadî” wekî helbestvanekî xebatkar û azadîxwaz di sala 1391an a Rojî de pertûkek a helbestan li jêr navê “Welatê min ez te dinivîsim”( تو را مینویسم سرزمینم) ji nivîsên helbestî yên berhema “Îrec Rehmanpûr” nîvîsandiye û bi xwe erkê komkirin, vergêran û darişrtina vê berhemê encam daye.
Herwisa bi sedema pêşewaziya berdengên wî, ew pertîka helbestan bo cara sêyem jî hatiye çapkirin.
Di niha de, kitêbên gotinên pêşiya û wuşedana Lurî û herwisa helbest û tek beytiyên “bi zaraveya “Lekî” ên navbirî di meşa çapkirinê de ne.
Bi sedema azadîxwazî û seha dadperweriya “Sohrab Azadî” di pêxema gihîştin bi armancên netewî de li dehika 60an, çendîn caran ji aliyê Îtila`ata rejîmê ve hatibû binçavkirin û rastî, azar, îşkence û lêdanê hatibû û piştre ji ser kar hatibû derxistin.