
Kurdistanmedia: Mamosta “Mêhdî Bedrî” mamostayê berê yê fêrgeha PDKÎ çû ber dilovaniya xwe.
Roja Înê, rêkefta 9`ê Sermaweza 1397`an, mamosta “Mêhdî Bedrî”, mamostayê xebatkar yê Partiya Demokrat ku zêdeyî 20 salan di nav refên pêşmergên PDKÎ de bû, û wekî mamostayê fêrgehê erka hizbê bi cih digehand, bi sedema nesaxiya şêrpencê li welatê “Danmark”ê çû ser dilovaniya xwe.
Mamosta Mêhdî xortekî çalak û hişyar bû, gellek bilez xwe pêgihand, û bû mamosteyê fêrgehê û pila kadriyê wekî mamostayê lêhatî wergirt, û her di vê demê de bû mamostayekî zana û dilsoz û hezkirî ji aliyê hevçeperên xwe ve.
Xwedêjêrazî Mêhdî Bedrî, kurê Elî, xelkê bajarê Pawe, li sala 1348`an, li bajarê Pawe ji dayîk bibû, û xwendina destpêkî û paşnavendî ya xwe her di wî bajarî de tewaw kiribû, û bi sedema hest bi berpirsayetiya gel û nîştiman, herçend ku bavê wî jî her du çavên xwe ji dest dabûn, di sala 1370`î de, tevlî refên pêşmergê PDKÎ bû.
Navbirî heya dawiya jiyana xwe emegdarê rêbaza Partiya Demokrat ma.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê tevî, xemgînbûnê derheq jidestdana xortên qehreman de, sersaxiyê dibêje malbat, xizm û kesûkarên navbirî, û xwe şirîkê vê xema van dizane.