
Mamostayekî Olî piştî çend rojan destbiser kirinê, bi danana barmtê hate serbest kirin.
Roja Pêncşemiyê 27ê meha Tebaxa 2020 an, mamosta Hesen Cengxwah, mamostayê Olî yê Kurd xelkê herêma Mirgevera Urmiyê, piştî dawî pêhatina heyamê jêpirsînê, bi danana barmteya 300 Milyon Tûmenî, li girtîgeha îdara Îtla`ata bajarê Urmiyê, hate serbest kirin.
Navbirî roja 19ê Tebaxê, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên rejîmê ve bi sûçê rexne girtin ji deshilatdarên rejîmê hatibû destbiser kirin.
Ew mamostayê Olî yê kurd ku temenê wî 21 sale, li ser torên civakî bi komênt û layvên xwe gelek çalake û berdewam rexnê ji deshilata dijî mirove rejîmê digire û basê zilm û sitema ser netewa Kurd diket.
Mamosta hesen Cengxwah di heyê destbiser kirina xwe da, ji mafê dîtina malbata xwe û hebûna parêzer hatibû bêpar kirin.
Heya niha ji sedem yan sûçdar kirina wî mamostayê Kurd jialiyê rejîmê ve, çi zaniyariyek li ber dest nîne.
Mamosta Hesen Cengxwah mamosta û pêşnimêjê bajêrokê Heftwanê girêdayî yê bajarê Selmasê ye.