Roja Duşemî, 15`ê Hezîran a 2020`an, Mamostayekî Olî yê nîştimanperwer û pêşnimêjê gundê “Mawane” yê bi navê “Mistefa Ensarnijad” kurê “Mela Heyder” û xelkê gundê “Mawane” a ser bi devera Tirgewr a girêdayê bajarê Urmiyê, bi sedema nexweşiyê çû ber rehma xwedê.
Mamoste “Mela Mistefa” mirovekî nîştimanperwer û kesekî netewî bû, û xwedêjêrazî di her cihekî û xutbeyan de bi awayekî netirsane behsa gelê Kurd û daxwaza gelê Kurd bo azadî û bextewerî dikir û daxwaza gelê Kurd ji bo bidestveanîna mafê xwe, rewa dizanî û xelkê wê deverê rênimunî dikir ku ji bo bidestveanîna mafê netewayetî xebatê bikin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje malbat, kesûkar û xêzmên xwedêjêrazî û xwe şerîkê xema wan dizane.