
Îdareya Perwerde û Hînkarî ya parêzgeha Urmiyê, mamostayên malnişînkirî bo “Fitar”ê bo vê îdareyî gazî kirbûn lê mamostayên Kurd ên malnişînkirî ew daxwaza îdareya Perwerdê red kirin û neçûne.
Beşdarînekirina mamostayên malnişînkiriyên Kurd li mêvandariya Îdareya Perewerde û Hînkarî bo “Fitar”ê li vê Îdareyê, berteka karbidestên rejîmê li pey xwe aniye û rejîmê gotiye ku nehatina wan mamostayên malnişînkirî bi sedema nerizayetiya wan e.
Mamostayên malnişînkiriyên Kurd amade nebûne ku di vê şanoya îdareya Perwerde ya rejîmê de beşdariyê bikin.
Rewşa xirab a jiyana mamostan, mûçeya kêm, guhnedana berpirsên rejîmê bi daxwazên mamostayan, cudatîdanîn, nebûna bîmeya hewce, nebûna xizmetkariyên rejîmê û …Hd, bûne sedem ku nerizayetiyên seranserî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi awayek berdewam bêne lidarxistin.
Rejîma Îslamiya Îranê tevî ku daxwazên rewa yên mamostayan cî bi cî nake û ti bernameyek bo çareserkirina wan pirsgirêkan nîne, wan mamostayan banghêjê navebndên ewlehî dike, lêpêçînê ji wan dike, wan dikute û binçav dike û bêrîziyê bi wan dike.
Mamostayê nerazî bi tekezî û çendîn caran bi rohnî ragihandine ku heta adaxwazên wan neyêne cînicîkirin, ew dê kombûn û xwenîşandanên nerizayetiyê li seranserê Îranê bidomînin.