Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mamostayên mêr nikarin di Îranê de waneyan bo keçan bêjin

18:44 - 25 Hezîran 2022

Wezareta Perwerde û Hînkariya rejîma Îranê wanegotina mamostayên mêr di xwendingehên navendî û piştî navendî yên keçan de qedexe kiriye.

Cihgirê Perwerdeya Navendî yê Wezareta Perwerde û Hinkarî ya rejîma Îranê “Mihemedmehdî Kazimî” di hevpeyvînekê de îdia kiriye: “Wanegotina mamostayên mêr di hemû xwendingehên navendî û piştî navendî yên keçan de qedexe ye û çevedêrî û berpirsayetiya vê yekê li stuyê birêveberê xwendingeh û birêveberê perewerde û hînkarî ya dever û îdareya giştî ye.”

Di Îranê de xwendingeh pêka cudatiya regezan têne avakirin û “Mihemedmehdî Kazimî” jî ew îdia kiriye ku “kesên ku di wan xwendingehan de kar dikin divê yên wek mamoste û karmendên xwendingehê divê hevregezê dersxwanan bin.”

Rejîma Îranê bi sîstema perwerdeya seqet û sînordarkirina wanegotinan, hewlê dide ku xwendingehan bi awayê îdolojîka xwe bi rê ve bibe û bi hemû şêwazekê cudatiya di navbera regezan de li civakê zêdetir bike.