Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mamostayên xwedî roj, lê bê maf

15:03 - 10 Gulan 2014

Ebdulah Hicab

Komara Îslamî roja 2’ê gulan (12 banemer) weke roja mamostayan bi nav kiriye, ji ber ku di wê rojê de Murteza Muteherî, yek ji teorisyenên rêjîmê bi destê koma ku xwe bi navê grûpa Furqan bi nav dikir hate kuştin. Binavkirina wê rojê bi navê roja mamostayan di halekê de ye ku rêjîmê bi xwe di sala 1994’an de, deng dabû biryarek UNESCO’yê ku roja 5’ê cotmehê (oktoberê) weke roja mamostayan bi nav kiribû.

Binavkirina rojek bi navê roja mamostayan ku di gel roja navneteweyî ya mamostayan hev nagire, di bingeha xwe de ne karek zêde ecêb e, ji ber ku gellek welatên cîhanê li gor pîvan û pêwîstiyên xwe, rojên cuda weke roja mamosta bi nav dikin. Heya vir, ne tiştek zêde ciyê pirs an rexnê ye ku Komara Îslamî li gor pîvan û pilanên xwe, rojek cuda ji roja cîhanî ji bo wê boneyê diyarî kiriye. Lê ya ku Komara Îslamî ji pîvan û nirxên cîhanî ji bo rêzgirtin ji wê rojê cuda dike, nêzîkbûn û dîtina rêjîmê li ser mamosta, pêgeh û rola mamosta û erk û derfetên mamosta di civak, sîstema perwerde û di xwendingehan de ye.

Komara Îslamîm, beriya ku derfetê bide mamostayan ku li gor pîvanên zanistî yên perwerdeyê erka xwe ya mamostatiyê bi cî bînin, hewl dide ku mamostayan bike emraz ji bo pêşvebirina pilanên xwe yên paşvero di civakê de. Sîstema perwerde ya Komara Îslamî, bi tu awayî giringiyê nade pîvanên perwerdeya zanistî. Berevajî, bi riya sîstema xwe ya perwerdê hewl dide ku civakê girtî û di tarîtiyê de bihêle. Ji bo pêşvebirina wê nêrînê jî, bi her awayî mamostayan dixe bin zextê heya ku ji wê pilanê re, rê xweş bikin.

Mamosta di çarçoveya rêjîma Komara Îslamî de kesê herî bê maf e. Ji ber ku mamostayên welat nikarin xwe bi sazî û rêkxistin bikin, nikarin bikevin yekîtiyên serbixwe, nikarin li derveyî çarçoveya teng ku ji bo wan hatiye danîn bibêjin, bipirsin an ku tevbigerin. Sîstema perwerde ya Komara Îslamî rê nade mamostayan ku xwendekarên xwe bi hizrek serbest û lêger bar bîne. Ji ber ku sînorê tenge ku ji mamostayan re hatiye danîn, tu derfetê nade wan ji peyvên di nava pirtûkên xwendinê de zêdetir, ku ji aliyê teorîsiyen û stratêjên siyasî û îdeolojîk ên rêjîmê ve hatine amadekirin, peyvek din fêrî xwendevanan bikin.

Rêjîma Îranê bi tu awayî mamostayan li hember zext û zora dem û dezgehên ewlekarî û kontrolê naparêze û ewlekariya wan ya civakî misoger nake. Ji aliyekê ve tirsa ji dezgehên deshelatê, ji aliyê din ve dahata kêm û sînordar, arîşeyên jiyanê û destengiyê mamostayan neçar dike ku ji perwerde û karê mamostatiyê pitir, di hizra ewlekariya jiyana xwe û malbatên xwe de bin. Di rewşek wisa de asayî ye ku mijara perwerde û erka fêrkariyê ji rojeva mamostayan derkeve, û li ciyê wan erkan, pirsa jiyana rojane serî hilde.

Bi vî awayî rêjîma Komara Îslamî hewl dide mamostayên ku ji siyaset û pilanên wê re nabin emraz, bê maf û bê îrade bike heya derfeta hindê tunebin ku xwendevanên azad û bi îrade perwerde bikin.

Lê komara Îslamî, piştî 35 sal hewldan hêla nekariye îradeya mamostayan bi yekcarî sînordar bike û wan bike emrazê pêşxistina siyaseta xwe. Kesayetiyên xwedî îrade û şiyar yên weke mamosta Ferzad Kemanger, bi îradeya xwe karîn xwendingehê bikin navenda perwerdeya mirovatiyê û kela serhildan li hember zordariya Komara Îslamî. Gellek mamostayên din li Kurdistan û li Îranê, li hember felsefeya reşparêze Komara Îslamî li berxwe didin, û ji têkoşîna li hember sîstemê re pêşengiyê dikin. Ji bo wan mamostayan, roja mamosta mana û naverokek cuda ji ya rêjîmê heye. Ew di roja ku rêjîmê ji bo wan diyarî kirî de, tu rêûresman nagirin, lê ji îrade, maf, daxwazî û erk û pêgeha xwe ya perwerdeyî û civakî xwedî derdikevin. Ji bo wan, roja mamostayan ew roj e dema ku îradeya wan ya azad bi ser dîktatorî û kevneparêziyê de bi ser bikeve.