Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mamostayên xwendingehên Rojhilatê Kurdistanê kombûna nerizayetiyê lidar xistin

18:40 - 11 Kanûna pêşîn 2021

Mamostayên xwendingehên Rojhilatê Kurdistanê di bajar û deverên cuda de, li bersiva banghêjiya seranserî ya Şêwraya Hevahengî ya Sendîkayên Çandî ên Îranê, neçûne nav polên wanegotinê û kombûna nerizayetiyê di odeyeya mamostayan de li dijî nebûna dadperwerî û cudatîdanînan, lidar xistin.

Roja şemî 20ê Sermawezê, mamostayên xwendingehan li bajarên “Sine, Merîwan, Seqiz, bane , Ciwanro û …” di polên wanegotinê de amade nebûn û bi siloganan nerizayetiya xwe nîşan dan

Mamostayên nerazî daxwaza cîbicîkirina dadperwerî û cîbicîkirina reşnivîsa pilebendî û vekhevkirina mûçeyan û azadiya mamostayên binçavkirî kirin.

Yekîtiya Mamostayan li Îranê, di berdewamiya xwenîşandanên nerizayetiyê de bi reşnivîsa pilebendiyê ku biryar e roja Yekşemî 21ê Sermawezê di meclîsa rejîma Îranê de pêdeçûn li ser bê kirin û wê erê bikin, ragihandine ku eger ew reşnivîs bi awayê natevaw bê erêkirin û mafê mamostayan neyêne dabinkirinê, dest bi xwenîşandana nerizayetiyê dikin û kombûna nerizayetiyê li seranserê Îranê lidar bixin.

Mamostayên mijûlê kar û yên malnişînkirî çendîn meh in ku li derheq birêveneçûna reşnivîsa pilebendiya mamostayan ku giştiya wê di meclîsa rejîma Îranê de hatibû erêkirin û herwisa vekheviya mûçeyan û dabînkirina hewcehiyên jiyana wan, bi 10an car kombûnên nerizayetî lidar xistine.

Şêwraya Hevahengiya Mamostayan, daxwaz ji tevahiya mamostayan kirine ku di rojên Şemî û Yekşemî anku 20 û 21ê meha Sermawezê di seranserê Îranê de kombûna nerizayetiyê lidar bixin.