Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mamoste “Celal Melekşa” ê nîştimanperwer û pêşmergedost malavayî li dinyaya helbest û wêjeya Kurdî kir

13:16 - 1 Çirriya paşîn 2020

Rêkevta 10`ê Xezelwerê, mamoste “Celal Melekşa” Helbestvan, Nivîskar û Wergêrê bi tewana û pênûsrengîn ê Kurd piştî jiyanekî hejarane û serberzane di temenê 69 saliyê de xatirê xwe ji gel û nîştimana xwe xwast.

Mamoste “Celal” xwendina despêkî li gundê “Melekşa” bi dawî tîne û piştire li bajarê Sine birwanameya dîplomê werdigre, di temenê 16 saliyê de rû li bajarê Şîrazê dike û her li vê demê dibe endamê Desteya Nivîserên kovara bajarê Şîrazê û gelek pê naçe ku di piraniya kovarên Îranê de nivîsên wî belav dibin.

Mamoste “Celal Melekşa” 14 sal li weşanga “Selahedîn Eyûbî” berpirsê beşa Edebî a kovara “Sirwe” bûye û heyamekê jî li bajarê Hewlêrê sernivîsa “Bilavokî Pirşing” bûye.

Hest û soza Kurdistanê wisa li mamoste “Celal” kiribû ku hemû deman pênûsa berxwedaniya gelê xwe bikar bîne û nerizayetiya xwe dijî evên ku mafê Kurd û Kurdistanê binpê dikin derxîne, her bi boneya wê hesta nîştimanperewer û Kurdperweriyê ve, 16 sal li temenê xwe di girtîgeha dagîrkeran de bi ser biriye û piraniya helbestên wî di serdemê girtîgehê de vehûnandiye.

“Zirey Zincîre Dîlekan, Karesat, Naley Zincîr û Wajigan Esîr, li berhemên navbirî bûne û helbestê “Dare Pîre”, ji bi navûbangtirîn helbestên mamoste “Celal” bûne ku dengvedanekî baş di nav xelkê de hebûye.

Helbestê navbirî bi zimanên “Farsî, Erebî, Îngilîzî, Lîbiyayî û Swêdî” hatine wergêrandin.

Sala 2014`an xelata “Dar Berû” a zêrîn a hûnermendên li bajarê “Merîwan”ê pê hate bexşîn û salane ji aliyê kora Edebî a bajarê “Sine” bi mandîbûn û xizmetek zêde ya navbirî bi Edeb û helbestan bo gelê xwe rêz jê dihate girtin.

Her çend ji aliyê Edîbên bajarê “Sine” ve gelek hewil dane heya ku mamoste “Celal” di jiyanê de ye, hemû berhemên wî bêne çapkirin, lê piraniya berhemên mamoste “Celal” berxwedan û tejî ji Ala û şîna şehîdan bûye, ji ber hindê sansoreke zêde li ser wan e û ew hewil bê encam man.