
Mamosteyekî zanîngehê li Duhokê, gullenebirek afirandiye û li welatê Îrlendê birwanameya dahênanî bi dest xist.
Mamoste “Zohêr” mamosteyê zanîngeha “Polîtiknîk” li Duhokê, kariye gullenebireke bi kêşa 3.7 KG biafirîne.
Navbirî sala 2018an li zanîngeha “Yuzincî” a Tirkiyê birwanameya Karnasiya bilind li afirandina qelxaneke gullenebir de bi dest xistibû.
Wî mamosteyê gotiye ku Tirkiyê li derheq wê dahênanê de piştevaniya xwe dane zanîn, lê navbirî dahênan xwe li Herêm Kurdistanê dixe ber destê Hêza Pêşmerge.
Heyam 9 mehan li ser wê gullenebirê kar hatiye kirin û li taqîgeha çekên sivik û giran yên wekî “BKC û RPG” de ceribankarî li ser hatiye kirin û bi serkevtî derçûye.