Şêvira Hevahengîkirina Rêkxisitinên sênfî yên mamosteyên Îranê, di daxuyaniyekê de, ji tev mamosteyên Îranê daxwazkiriye da ku roja Pênçşemî 23`ê Befranbara 1400`an beşdarî kombûnên nerazîbûnê yên mamostayan de bibin.
Di vê daxuyaniyê de ji mamostayên seranserê Îranê daxwaz hatiye kirin da ku, roja Pênçşemî 23`ê Befranbarê bi beşdarîkirina di kombûnên nerizayetiyê de, nerizayetiya xwe derheq dabîn nekirina daxwaziyên xwe, guhnedana rejîmê bi mamosteyên malinişîn, nedana deqhestê mamosteyan di wextê de.
Herwisa birêvenebirina pirensîpên xala 64`an a yasayê, rewşa nediyar ya mamosteyên girêbest û yasaya netewav ku ji aliyê dewletê ve nayên birêve birin nîşan bidin.
Di vê daxuyaniya bangeşeyî de, ji tev mamsoteyan daxwaz hatiye kirin da ku bi beşdarî kirina di vê kombûna nerizayetiyê de, ya derheq xemsarî û binpêkariyên rejîmê, derheq karûbarên mamosteyan de destanrêsiyan biafrîn in.
Herwisa tekez jî hatiye kirin ku,eger rejîm guhidarî wan nerizayetiyan neke. Şêvira Hevahengîkirinê mafê gireva birçîbûn û kombûnên berfreh di demên bê de ji xwe parastî dizane û dê birêve bibe.