Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mamosteyên Merîwanê carek din dest havêtin bi girevê

18:20 - 8 Gulan 2022

Îro Yekşemî 8`ê Gulanê mamosteyên bajarê Merîwanê piştî bangeşeya Encûmena Sinfî a Mamosteyên Kurdistan- Merîwanê bona piştevanîkirin ji “Eskender Lutifî û Mesi`ûd Nîkwxa” û herwisa nîşandana nerazîbûna xwe li derheq bêrêzî kirinên li hember mamosteyan dest havêtin bi girevê.

Pêka çavkaniyek agehdar tevî gef xwarin û givaş anîna navendên ewlehiyê yên rejîma Îranê mamosteyên Merîwanê bona piştevanî ji wan herdu mamosteyên binçavkirî ên Kurd û endamên heyeta Encûmena Mamosteyên Kurdistan- Merîwanê dest havêtin bi girevê.

Herwisa vê çavkaniyê ragihandiye ku, roja Duşemî dê carek din li hember îdareya Perwerde û Hînkariyê ya wî  bajarî bona piştevanîkirin ji wan herdu mamosteyan û bêrêzî kirinên li derheq mamosteyan dê kombûnên nerizayetiyê lidar bixînin.

Mamosteyên Merîwanê li ser daxwaza bangeşeya roja Înê ya Encûmena Sinfî a Mamosteyên Kurdistan-Merîwanê dest havêtin bi girevê.