Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mangirtin di bajarên Îranê de berdewam e

11:35 - 21 Kanûna Paşîn 2021

Di bajarê Tehranê de parek ji kedkarên wî bajarî li derheq nedana heqdestên xwe nerazîtiya xwe nîşan dan.

Pêka vîdiyoyên belavbûyî di nav torên civakî de roja Çarşemî 1ê Rêbendanê ajotvanên şirketa “Otobûs û Taksî bêsîm a Îraniyan” li derheq nedana heqdestê mehane yê çend mehên derbasbûyî nerazîtiya xwe nîşan dan û bi nîşana nerazîtiyê hemû bi hew re “Otobûsên” xwe temirandin û  neçûne ser karê xwe.

Di çendên rojên derbasbûyî de jî kesên mamosta, malnişînkirî, perestar, kedkar…hwd di Îran û Kurdistanê de nerazîtiya xwe li derheq guhnedana rejîmê Îranê bi maf û heqdestê wan nîşan dan.

Giranî û rewşa xirab a aboriyê di Îranê de, rejîma Îranê her car bi hêcetekê heqdestê karmendên xwe nade û ev yeka bûye sedema nerazîtiya xelkê di Îran û Kurdistanê de.