
Piştî mangirtina berfirehe karkerên pêşeya Neftê , di parên dinê de û di dehan bajarên dinê de, bi armanca seranserî kirina mangirtinê û piştewanî ji karkerên neftê, Şofêrên Utubûsraniyê dest kirine Mangirtinê.
Roja Duşemî 3ê tebaxa 2020 an, Navgana Utubûsraniya çendîn bajaran dest avêtne mangirtinê.
Gorî nûçeyên giheştî ji Urmiyê ve, Sedan Aşotvanên utubûsan bi nîşana nerizayetî di hember kêmiya heqdestê xwe û bîme û mafê xwe, dest kirine mangirtinê.
Herwisa roja Duşemiyê navgana Utubûsraniya bajarê qezwîn ê, mangirt, lê deshilatdarên rejîmê bona xapandina xelkê, û tisê seranserî bûna mangirtinê, ragihandine kuli ber Korona yê, wê navganê karê xwe rawestandiye.
Roja derbasbûyî sedan şofêrên utubûsan li bajarên Kirmaşan û Seqizê li Rojhilatê Kurdistanê ragihandin ku dest avêtine Mangirtinê û ew şofêr dibêjin di Îran ê de kes çinîne dengê me bibihîse .
Mangirtin û nerizayetî di nava hemî qdên Îranê de roj bi rojê zêdetir dibe.
Bo mînak roja Duşemiyê bi Mangirtina berfirehe Karkerên dehan palavtingehên başura Îranêl, Mangirtina hezaran Şofêrên Utubûsan, Mamosta yên peymankar, Mudîrên defterên Pîşxwan, sedan karkerên wizegeha Berq a Bîdxûn a eselewiyê, hezaran karkerê Petroşîmiyan û karxanan û şirketên berhemanînê, derbas bû.