
Kombûna mangirtina ajotvanên kompaniya “Otobûsran” ya bajarê Urmiyê berdewam e û kedkarên bajarvaniya “Bender Ebbas”ê derheq rewşa kar nerizayetî nîşan dane.
Mangirtina ajotvanên Otobûsraniya bajarê Urmiyê di roja 3ê de berdewam e û ajotvanan dane zanîn ku heta daxwazên wan neyêne berçavgirtin û pirsgirêkên wan çareser nebên dê wê kombûna nerizayetiyê bidomînin.
Herwisa 300 kedkarên Bajarvaniya “Bender Ebbas”ê derheq rewşa kar digel berpirsên girêbestan nerizayetiya xwe nîşan dane.
Ew kedkarên bajarvaniya “Bender Ebbas”ê li pişka xizmetkariyên girêdayê xweza û keskatiya bajarê “Bender Ebbas”ê de kar dikin ku zêdetir ji 3 mehan e heqdestên wan nedane û girêbestkar jî dest ji kar berdaye û kedkar bê heqdest mane.
Çendîn sal e ku wan kedkaran digel girêbestkarên cuda kar kirine û û piraniya wan girêbestakaran beşek ji heqdestên wan hêj nedane.
Di demekê de ku pêka madeya 41 a yasaya kar, zêdekirina heqdesta kedkaran li stuyê “Şêwraya Bilind a Kar” e ku ji nûnerên kedkaran, xwediyên kar û dewletê pêk tê û herwisa zêdekirina heqdestê kedkaran li bûdceya sala 1400`an a rejîma Îranê hêj rohn nebûye û kedkar rastî dijwartirîn rewşê hatine.
Aboriya îflaskirî ya rejîma Îranê li sala 1400an de, dê bo kedkaran hêj dijwartir bibe, bi sedema ku asta rojreşî li Îranê ji %70an zêdetir bûye, di Îranê de bilintirîn asta cudatiya qatên civakî heye ku heta niha di Îranê de bêmînak bûye.