Di piraniya bajarên Îranê de Kedkar, Werzîgar, Mamosta, Xanenişînkirî, Perestar, û qatên dinê ye civakê berdewamin li ser mangirtin û nerizayetiya xwe.
Îro Înê 19ê Çirriya paşîn a 2021, li ser daxwaz û gaziya yêkitiya werzîgarên Isfehanê, Hezaran kes ji Kedkar û werzîgarên Isfehanî û bi taybet werzîgarên der dora Zayenderûdê kombûna nerizayetiyê lidarxistin.
Mangirtin û nerizayetiya werzîgarên Isfehanê ew çend roje berdewame û hindî pêde diçe mangirtin berfirehtir dibe.
Ew heyameke werzîgarên Isfehanê bi nîşana nerizayetî li hember hişk û kêm bûna Ava Zayenderûdê, dest kirine bi xwenîşandan û mangirtinê.
Herwisa li parêzgeha Sinê li Rojhilatê Kurdistanê, sedan Kedkarên Lastîka Barêz bi sedema rewşa xirabe jiyana xwe û kêm bûn û pareketina hiqûqê xwe, dest kirine bi mangirtinê.
Kedkarên Şirketa Mêtroya Gulşehr bo Heştgirdê bi hegera paşteketina hiqûqê xwe û rewşa xirabe jiyana xwe, dest bi mangirtinê kirin, û hatinûçoyîna Qetaran rawestandin.
Mangirtin û nerizayetiya qatên cuda cudaye civatgeha Îranê li hember rewşa xirabe abûriyê û kêmiya hiquq û dahata xwe, berdewam li nerizayetî û mangirtinê dene û roj bi rojê ew nerizayetî berfirehtir dibe û rejîm jî çi giringiyê nade daxwaz û dengê nerizayetiya wan.