
Kombûnên nerizayetî yên kedkarên palavtingeh û şirketan di Îran ê de rojbiroj zêdetir û berfirehtir dibin.
Roja Sêşemî, 4ê Tebaxê, di dirêjiya nerizayetî ya kedkaran de, kedkarên çendîn palavtingeh û şirketan tevlî wan mangirtin û nerizayetiyê bûn û rojbirojê ew nerizayetî zêdetir û berfirehtir dibin, sedemên bingehîn yên wan mangirtinan, paşketa hiquq û heqdestan, girîngînedana berpirsan bi daxwaz û hewcehiyan û herwisa û gendeliya berpirsan e.
Kedkarên Palavtingeha “Isfehan”, şirketa petrokîmiya “Razî” li bajarê “Mahşerh” a Xuzistan, wizegeh a “Bîdxûn” ya “Eselûyê”, wizegeh a bajarê “Tewrêz”ê a di “Azer Şehr”ê de û herwisa kedkarên şirketa “Kontorsazî” ya bajarê “Qezvîn”ê jî tevlî kombûnên nerizayetî li ser astê Îran ê de bûne, hindek ji wan kedkaran çendîn rojan û heya çend mehane ku kombûnên nerizayetiyê lidar xistine.
Mangirtina kedkarên şirketa “Heft tepe” 53 roje ku berdewame, lê berpirsên rejîmê hêj bersiva wan nedan û ti pêngavek bona cîbecîkirina daxwazên wan yên rewa, hilnedane.
Bo rejîma Îran ê re, pirsgirêk û hewceyî û daxwazên welatiyan bi taybet kedkaran ti girîngiyek tinîne.