Di demekê de ku ew çend roje kedkarên Neft û Petrokîmiya yê di Îranê de dest bi mangirtinê kirine, qat û aliyên dinê ye xelkê belengaz û êxsîr li destê rejîma Îranê, tevlî mangirtinê dibin û nerizayetî û mangirtin dibe seranserî.
Roja Sêşemiyê 29ê Hezîranê Sedan Maşînên barhilgir yên şirketa Neftê, Riya sereke a Beyatê diçe bo şirketa Nefta Dêhloranê girtin.
Şofêrên wan Maşînan dibêjin ku wan çendîn mehe destmiza xwe newergirtine, Jiyana wan dijvar bûye û ew ji zarokên xwe şermê dikin û nikarn biçne mala xwe.
Hevdem ku Kedkarên pitir ji 60 Şirket û navendên Neftê li Îranê de man girtine , ji aliyekî dinê jî nerizayetî û mangirtina qatên dinê ye civakêhem bo daxwazên xwe û hem bona piştgîriya ji Neftgeran li piraniya bajarên Kurdistan û Îranê destpêkiriye.
Sendîkaya Heftepe, Neyşeker, Utubûsraniya Tehranê, Yêkitiya Mal nişînan, Ferhengiyên Îslamşehr, Mihendisên Pirtongar, Eseliwiye, Pizişkên parêzgeha Sinê, Xwendikarên pizişkiya Tehranê, Kedkarên Kargeha vizeya Endîmişkê û gelek cihên dinê tevlî mangirtinê bûn.