Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mangirtina di Îran ê de, dibe seranserî

12:36 - 2 Tebax 2020

Mangirtin û nerizayetî ku heya niha di hinek cihên Îran ê de bi rê ve diçun, ew 2 roje pêlên xwe havêtine nava cihê herî girîng anku pêşeya Neft.

Îro duyem roje ku hezaran kirêkarên di nava pêşeya Neftê û palavtingehan di Îran ê de, dest avêtine mangirtinê û bi nîşana nerizayetiyê xwenîşandanan û kombûnan bi rê ve dibin.

Piştî berdewam bûna krêkarên zaf cihên Îran ê li ser nerizayetî û mangirtinê, bi taybetî kirêkarên Heft tepe û Hipko, ku ewa 50 roje berdewamin li ser xwenîşandan û mangirtinê, roja derbasbûyî ve, mangirtinekî berfireh di nava kirêkarên Palavtingehên Başûra Îran ê, destpêkiriye.

Kirêkarên Palavtingehên Fazên 22 û 24 yên Parsa Cinûbî, Kirêkarên Palavtingeha Parsiyan, Pêtroşîmiya Lamir, Palavtingeha Abadan ê, dest bi mangirtinê kirin.

Îro jî krêkarên çendîn cihên dinê di pêşeya Neftê de, tevlî tevgêra mangirtiyan bûn, weke krêkarên 13 û 14 e yên Pasa Cinûbî, û çendîn navendên dinê yên pêşeya Neftê li Başûra Îran ê.

Dema ku mangirtin kevte nava Temara serekeye Îranê ku pêşeya Neft ê ye, nîşana hindê ye ku rejîma melayên deshilatdar sernixûn bûye, lewma hewceye ku bona piştewanî ji krêkarên zehmetkêşe welat, mangirtin bibe seranserî.