Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mangirtina Kedkar û Perestar û qatên dinê li Îranê de berdewame

11:44 - 26 Tîrmeh (Temûz) 2021

Hevdem digel şoreşa Xuzistanê û xwenîşandana piştewaniya ji Xuzistanê li zaf cihên dinê ye Îranê, mangirtin û nerizayetiya kedkaran û parên dinê jî berdewame.

Îro 26ê Tîrmeha 2021 an, Kedkarên şirketa çandinî û pîşe a “Neyşekera 7 tepe” di nava 14e mîn roja mangirtina xwe de ne.

Jibilî evê ku mangirtina wan kedkaran nerizayetî li hember mafê xwe ye, lê wan ragihandine ku ev dê bi nîşana piştewanî ji xwenîşandana Xuzistanê berdewam bin li ser mangirtina xwe.

Gorî daxuyaniya sendîka ya kedkarên mangirtî, bi baldan bi rewşa xirabe Înternêtê, ku rejîm bi armanca qutkirina peywendiya xelkê encam dide ku haj hevdu nebin, lê wan kedkaran ragihandine ku dê bi berdewamiya mangirtina xwe, dengê xwe bêxne kêlega dengê nerizayetiya xelkê Xuzistanê.

Kedkarên Neyşekera 7 Tepe berî şoreşa Xuzistanê jî, bona daxwazên xwe û wergirtina maf û hiquqê paşteketiye  xwe û daxwaza Vaksen kirinê, man girtibûn.

Herwisa fermanber û ev kesên ku di nexweşxanan de kar dikin, roja 25ê Tîrmeha 2021 an li bajarê Kerecê dest kirne nerizayetî û xwenîşandanê, ji bilî evê ku daxwaza mafê xwe dikirin, piştewaniya xwe ji xwenîşandana xelkê Xuzistanê dane xuyakirin.