
Di heyamê 4 rojên derbasbûyî de, hezaran Krêkarên pêşeya Neftê dest ji kar berdane û bi nîşana nerizayetiyê mangirtine.
Roja 1î Tebaxa 2020 an hezaran Krêkarên Palavtingehên Neftê li başura Îranê, weke palavtingehên: Petro şîmiya Faza 14 ya Parsa Cinûbî,Palavtingeha giran ya Qişm, Lamerd, Parsiyan, Palavtingehên Isfehan, Abadan, Mahşer, bi nîşana nerizayetiyê mangirtin û neçune ser kar.
Di heyamê wan 4 rojan de, Krêkarên dehan Palavtinge û Gaz û Neft û Petroşîmiyê, hem bona piştewanî ji mangirtiyan, û hem bona bidestve anîna daxwazên xwe, dest kirine mangirtinê, û Pêşeya Neftê te`etîl kirin.
Ji roja derbasbûyî ve jî Karkerên wan Şirketane ji mangirtiyan zêde bûne: Asfalta Tûs ya deşta Azadgan, Petroşîmiya Kengan, Supêhr, Aksîr li faza 13, Tehran Hînu, Sayta petroşîmiya Sebelan, Menteqa Aburiya Eselewiyê, û dehan cihên dinê dest ji kar kêşan, yan ber derê cihê karê xwe man girtine, yan bi yêkcarî vegeryane malên xwe.
Mangirtina bi hezaran karkerên sen`eta Neftê di Îranê de dikare rejîmê bêxe qedeman, û nîşana sernixûniya bi yekcariye wê rejîma paremayî ye.
Wan hezaran Karkeran li hember kêmiya hiquqê xwe, paşte xistina hiquq, û piştguh avêtina çendîn daxwaz û mafê karkeran ji aliyê rejîmê ve, dest avêtine mangirtinê.