
Gorî vexwandina navendên pîşeyî yên mamostayan, li seranserî Îranê de mamostayan dest kirine bi kombûnên nerizayetiyê.
Îro Duşem 13ê Kanûna pêşîn a 2021an, Mamostayên Îran û Kurdistanê, bi nîşana nerizayetî li hember zilm û sitema ku ji aliyê rejîmê ve ji wan tête kirin û herwisa ew ferq û cudahiya ku li ser wane, û kêm hiqûqî û paşte ketina hiqûqê çendîn mehîye xwe, dest kirine bi xwenîşandanê û kombûn li ber derê dem û dezgehên peywendîdare rejîmê lidarxistin.
Li piraniya bajarên Îranê hewaheng ew mangirtin heye ku ewa roja 3 yê ya nerizayetiya mamostayan bû, lê îro ji herdûk rojên derbas bûyî berfirehtir bû û di zaf bajaran de hêzên tepeserkare rejîmê bi armanca pêşî girtin ji berfirehbûna mangirtinê, êrîş kirne ser mamostayan.
Li Rojhilatê Kurdistanê jî, li piraniya bajaran de mangirtin û nerizayetiya mamostan berdewame, wekî bajarên Kirmaşan, Îlam, Qurwe, Sine, Ciwanro, Kamiyaran, Merîwan, Seqiz, Bokan û Urmiye û zaf bajarên dinê.
Mamostayên Îran û Kurdistanê di daxûyaniyên xwe de daxwaza piştîwaniya xelkê û qatên dinêye civakê kirine ku ji mamostayan û dengê nerizayetiya wan xwedî derkevin.