
Kedkarên palavtingehên Neftê di Îran ê de, bi awayekî befireh dest ji kar berdan û man girtin û nerizayetiyê dane kivşê.
Roja Şemî, 1ê Tebaxa 2020 an, kedkarên palavtingehên Nefê di Îran ê de, bi awayekî befireh, xwenîşandanên nerizayetiyê lidar xistin.
Kedkar û karmendên palavtingeha “Parsiyan” û petrokîmiya “Lamerd”, palavtingeh a “Abadan”û palavtingeh a “Qişm”ê, bi sedemên paşkevtinaa heqdest û hiquqê xwe û berçavnegirtina hewcehî û daxwazên wan ji aliyê rejîmê ve, bi awayekî berfireh, xwenîşandanên nerizayetiyê lidar xistin û li ser daxwazên xwe bi micidî rawestane û neçune ser kar û man girtin.
Herwisa di dirêjiya nerizayetiyan de, şofêrên tankerên şevat di sersînor ê “Perwîzxan” a “Qesr ê Şîrîn”ê, , ku zêdetir ji 15 rojane pişt deriyê ser sînor mane, nerizayetiya xwe nîşan dan.
Ajotwanên “Otobûsranî” ya bajarê “Seqiz”ê derheq wernegirtina hiquqê xwe yên 3 mehan, xwenîşandan lidarxistine.
herwisa di roja Înê, 31ê Tîrmehê di çendîn cihên dinê jî, ajotwan û mamostayan xwenîşandana nerizyayetiyê, lidar xistibûn
Kedkar û karmend di Îranê de, di bin hêla hejariyê de dijîn, rejîma Îranê ti girîngiyekê nade wan, lewma roj bi rojê dengê nerizayetiyê zêdetir bilind dibe.